Balafireke bêmirov gundekî Şera bombebaran kir

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker di danê êvarê de gundê Malikiyê yê navçeya Şera bombebaran kir.
Di heman demê de gundê Medyûnê yê herêma Şehbayê jî hat topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êrişî herêmê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker gundê Malikiyê yê navçeya Şera bombebaran kir.

Di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

Her wiha di heman demê de çeteyan gundê Medyûnê yê herêma Şehbayê jî topbarankirin.

Lê têkîldarî ziyanên êrişê agahiyek nehate bidestxistin.

Back to top button