MEZLÛM EBDÎ: CIWANA DI ŞOREŞA SÛRIYÊ DE ROLEKE BI BANDOR LÎSTIN

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di komxebata xwendakarên bakur û rojhilatê sûrî rola ciwana nirxand.
Mezlûm Ebdî teqez kir ku ciwanên tevahî sûrî di şoreşê de rolek mezin lîstin bi taybet ciwanên bakur û rojhilatê sûrî.
Ebdî da zanîn ku di pêvajoya heyî de jî divê ciwan ji pêşeroja Sûriyê re pêşengitiyê bikin lewam tiştê serek parastina destkeftiyên şoreşê bikin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî di komxebata xwendakarên bakur û rojhilatê Sûrî de axivî.

Mezlûm Ebdî bal kişand li ser rola ciwanan di şoreşê de û teqez kir ku ciwanên Sûriyê roleke mezin lîstin.

MEZLÛM EBDÎ: DESTWERDANA HÊZÊN DERVE DI SÛRIYÊ DE ROLA CIWANA LEWAZ KIR

Mezlûm Ebdî dest nîşan kir ku piştî destwerdana hêzên derve û komên çete ji Sûriyê re bandor li rola ciwanan bû.

Ciwanan destpêkê ji zanîngehan pêşengtî kirin, lê piştî ku şoreş ji rêya xwe derket û şêwazên çekdarî bipêşket rola ciwana lewaz bû.

MEZLÛM EBDÎ: PIŞTÎ TÊK ÇÛNA DAIŞ’Ê DIVÊ XWENDEKAR AVAKER BIBE

Ebdî îşaret bi têkbirina çekdarî ya çeteyên DAIŞ’ê jî kir û diyar kir ku divê niha xwendekar di parastina şoreşê û Sûriyê de xwedî rol bin.

MEZLÛM EBDÎ: DIVÊ XWENDEKAR PÊŞENGTIYÊ JI SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER RE BIKE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bang li ciwan û xwendekaran kir ku di avakirina tevahî saziyên rêveberiya xweser de pêşengiyê bikin.

MEZLÛM EBDÎ: DIVÊ XWENDEKARA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BIPARÊZIN

Fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî dawiyê teqez kir ku divê ciwan li pêşiya gefan destkeftiyên şoerşê jî biparêzin.

 

Leave a Reply

Back to top button