Sûdan..Bi hezaran xwepêşandêr li paytext Xertûm daketin qadan

Bi daxwaza hikumeteke sivîl careke din bi hezaran Sûdanî li qadan bûn. Di xwepêşandanên li paytext Xertûm û bajarên din de, artêşa darbekar hate şermezarkirin.

Di meş û xwepêşandanên ku li gelek taxên Xertûmê û li bajarên Niyala, Faşîr, Atbera û Damazîn hatin lidarxistin de bi hezaran kes beşdar bûn.

Xwepêşandêran darbeya leşkerî ya 25’ê Cotmehê Serokê Meclîsa Serwerî General Abdulfettah El Burhan pêk aniyî şermezar kirin.

Daxwaza sereke ya çalakgeran radestkirina hikumetê ya ji bo rêveberiyek sivîle.

Li paytext Xartûmê polîsan gaza rondikrêj bikar anîn û xwepêşanderên ku xwestin ber bi Koşka Serokomariyê ve bimeşin belav kirin.

Piştî zextên zêde yên qada navnetewî û hindirîn Burhan neçarmabû ku careke din bi Serokwezîr Ebdulah Hemduk re deshilatdariyê parve bike.

Lê peymana 21’ê Mijdarê hate îmzekirin jî nekarî hêrsa gel a li kolanan kêm bike.

Hevalbendên leşkerî yên hikûmeta demkî ya Sûdanê ragihandibûn ku heta ku hikûmeta hilbijartî di Tîrmeha 2023’an de bê avakirin ew ê hevkarên desthilatê bin.

Back to top button