Li Tûnisê 2022’an wê referandum û hilbijartina pêşwext pêk were

Li Tûnisê dema hilbijartin û referandumê eşkere bû. Serokomarê Tûnisê Seîd ragihand ku 25’ê Tîrmeha 2022’an wê referanduma destûra bingehîn û 17’ê Kanûna 2022’an jî wê hilbijartina giştî pêk were. Heta wê demê jî xebatên meclisê hatine rawestandin.

Serokomarê Tûnisê Qeyîs Seîd ragihand ku ji bo guhertina sîstema hikûmetê di 25’ê Tîrmeha 2022’an de referanduma destûra bingehîn û di 17’ê Kanûna 2022’an de jî hilbijartina giştî ya pêşwext wê bê kirin.

Qeyîs Seîd di televizyona dewletê de ji gel re axivî û rêze biryarên ku wek “dîrokî” binav kirî eşkere kir.

Seîd diyar kir ku di çarçoveya biryarên ku 25’ê Tîrmeha 2021’an de girtî, wê xebatên meclisê heta hilbijartina pêşwext cemidandî be.

Serokê Tûnisê diyar kir ku wê di Çileya 2022’an de li welêt pêvajoya “diyaloga neteweyî” bê destpêkirin û wiha got,

“Pêvajoya diyaloga neteweyî ya ku wê li ser înternetê bê kirin jî wê heta 20’ê Adarê roja “Serxwebûnê” dewam bike.

Ev pêvajo wê ji aliyê komisyonekê ve were rêvebirin û nirxandin.

Li Tûnisê hilbijartinên parlemantoyê yên herî dawî 2019’an hatibûn lidarxistin.

Di rewşek asayî de wê hilbijartin 2024’an hatiban lidarxistin.

Serokomarê Tûnisê Seîd 25’ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Li welat jî niha amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.

Herî dawî di 29’ê Îlonê de Seîd, Necla Buden Remezan ji bo avkirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Back to top button