Kazimî li Bexda bi lîderên partiyên siyasî re civiya

Berteka welatiyên Iraqê, hikumeta welat ji xistiye nava tevgerê.
Li paytext Bexda, serokwezîr Kazimî bi serokê fraksiyonên siyasî yên Iraqê re civiya.
Di civînê de ji bo parastina serweriya Iraqê hate xwestin ku helwestek nîştimanî hebe.

Duh bi şev li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bi Serokomar Berhem Salih,

Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî,

Serokê Partiya De’we Nûrî Malikî,

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên,

Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî û hêzên ewlekariyê yên Iraqê re li ser êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li Zaxoyê civiyan.

Kazimî: Li dijî êrişan pêwistî bi helwesteke nîştîmanî heye

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa êrişa dawî ya dewleta Tirk ya li parêzgeha Dihokê hatiye gotubêjkirin.

Herwiha serokwezîrê Iraqê bi aliyan re helwest, pêşhatên siyasî, meydanî û pêşhatên ku ji bo parastina serweriya axa Iraqê hatine standin gotûbêj kirine.

Herwiha di civînê de behsa pêngavên dijî êrişan ên dîplomatîk, giliyê ku wê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî were kirin jî hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê tê gotin;

“Ji bo parastina ewlekariya Iraqê, serwerî û rê girtina li bûyerên bi vî awayî, divê pêngavên pêwîst werin avêtin.”

Back to top button