Îsraîlê balafirgeha T4 a li rojhilatê Himsê bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê duh şev êrîşê balafirgeha leşkerî ya T4 ya li rojhilatê gundewarê Himsê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku ji aliyê Îsraîlê ve balafirgeha leşkerî ya T4 ya li rojhilatê gundewarê Himsê bombebaran kir.

Ajansa SANA’yê jî ragihand êrîş duh dawiya şevê pêkhat, lê ji aliyê pergala parastina asmanî ve êrîşa Îsraîlê ya li dijî gundewarên Himsê hate şikandin.

Ajansa sanayê diyar kir ti ziyanên canî çênebûne, tenê yê maddî çêbûye.

Back to top button