HPG: LI XAKURKÊ, ŞEMZÎNAN Û PASÛRÊ 14 LEŞKER Û KONTRA HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şemzînanê de 7 leşker hatin kuştin.
HPG’ê çalakiya sabotajê ya li Navçeua Pasûrê ya Amedê hatî lidarxisitin girt ser xwe û got: di çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên Xakurk, Şemzînan û Amedê de daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

20’ê Îlonê gerîla li Geliyê Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê çalakî lidar xist.

Di vê çalakiyê de fermandarê operasyonê jî di nav de bi giştî 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

18’ê Îlonê gerîla li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist.

Gerîla bi xurtî li çeper û baregehên dijmin xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Heman rojê gerîla cara duyemîn yekîneya dijmin a li Girê Leylek kir hedef û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Her wiha di çalakiyê de çeka giran A-4 ya dagirkeran ji aliyê gerîleyên ve hat rûxandin.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta tirk di saetên êvarî de hin kesên ku wek sîxûrê xwe da ku daran bibirin dişîne qadên gerîla, lê armanca wan naskirina cihê gerîlaye.

HPG’ê ragihand ku xelkê sivîl û heta cerdevanên normal ên gund ne di hedefa me de ne.

12’ê Îlonê gerîla li dijî wesayîta sixûran ku ketibû qada gerîla ya herêma Beyrok a li ser rêya Pasûr-Mûşê, çalakiya sabotajê lidarxistin.

Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.

HPG’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Bila raya giştî propagandayê çapemeniya AKP-MHP’ê bawer neke em tu carî sivîlan nakin hedefa xwe.

Leave a Reply

Back to top button