Li Amerîka rewşa dawîya hilbijartinên navberê

Di hilbijartinên navberê yên li DYA de, xeyalên Komargeran têk diçin.
Li gorî encamên dawî ji bo Komargeran li Meclisa Nûneran giştî bêxin destê xwe de pêwistî bi 7 kursiyên din heye.
Demokrat jî ji girtina Senato bi hêvî ne.

8’ê Mijdarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hilbijartina navberê pêk hat.

Mîna demên derbasbûyî pêşbazî di navbera Demokrat û Komargeran de bû.

Demokrat li Senato û komarger li meclisê li pêşin

Li gorî pêşbîniyên CNN, Komargeran heta niha 211 kursî di Meclisa Nûneran de bidest xistine.

16 ji herêmên Demokratan hatine bidestxistin.

Demokratan jî 198 kursî ku 4 ji herêmên Komargeran bidest xistine.

Ger Komarparêz 7 kursiyên din jî bi dest bixin, wê 218 kursiyên ji bo piraniyê pêwîst bidest bixin.

Hîn 26 kursî hene ku nayê pêşbînîkirin kî bi ser bikeve.

Qedera Senatoyê jî wê 3 eyalet diyar bikin.

Li Georgia, hilbijartinên duyemîn wê di meha Kanûnê de bê dubarekirin.

Ji ber di hilbijartinan de yek ji namzetan nekarî benda ji sedî 50 derbas bike.

Niha li Senato Komargeran 49 û Demokratan jî 48 kursî heye.

The New York Times diyar kir ku Demokratên ku di hilbijartinên krîtîk ên senatoran de li New Hampshire û Pennsylvania de bi ser ketin, bihêvî ne ku ew ê kontrola Senatoyê di destê xwe de bihêlin.

Ji ber vê yekê hilbijartinên li Arizona û Nevada xwedî bandoreke zêde ye.

Komarger ji bo li Senatoyê bibin xwedî hêz herî kêm pêwistî bi kursiyeke din heye.

Lê encamên heta niha didin xuyakirin ku ev yek ne pêkan e.

Ji bo girtina piraniyê jî herî kêm ji 3 eyaletan pêwistî bi qezenckirina 2 yan heye.

Ji ber ku Cîgira Serok Demokrat Kamala Harris xwediyê dengekê ye, ev yek hevsengiya li Senato ber bi Demokratan ve dibe.

Senatorê Demokrat Tim Kaine wiha got:

“Ez difikirim ku me derfetek cidî heye ku em piraniya xwe ya di Senatoyê de ji 50 berbi 51 zêde bikin.”

Analîsta Senatoyê Jessica Taylor jî pêşbînî kir ku Demokrat dê herdu kursiyên Arizona û Nevada bi dest bixin.

Back to top button