Heyva Sor a Kurdistanê bi hawara Rojava ve tê

Alîkariya Lezgîn ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Li jêr vî navî, Heyva Sor a Kurdistanê li welatên Ewropayê dest bi pêngaveke komkirina alîkariyê dike da ku destekê bide gelê Rojava.

Heyva Sor a Kurdistanê li ser malpera xwe ragihand ku ew dest bi pêngaveke alîkariya mexdûrên êrişên dagirkeriya Tirk li Rojavayê Kurdistanê dike.

Heyva Sor pêngava alîkriyê dide destpêkirin

Heyva Sor bang alîkariya lezgîn ji bo Rojava kir û got ku ji ber êrişên dewleta Tirk ji sedî 80 binesaziya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye rûxandin û bi sedhezarên mirovan zîyan dîtine.

Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Heyva Sor a Kurd alîkriya jiyanî pêşkêş dike û daxwaz kir ku bi bexşên xwe piştgiriya xebatên wê bê kirin.

Back to top button