Bîlançoya 5 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk dijî herêmê

5 rojan, li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û binesaziya wê her cure çek hatin bikaranîn.
Dewleta Tirk bi riya balafirên şer, balafirên bê mirov, doşke û hwd êrişî aboriya gel kir, çavkaniyên wê yên jiyanî rûxandin û bi erdê re kirin yek.
Ji bilî zirara madî, di van êrişan de, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.

Ji 5 Cotmehê ve êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê nesekinîne.

Dagirkeriya Tirk bi riya hemû çekan êrişî binesaziya herêmê, deverên jiyanî û xizmetguzariya welatiyan kir.

Bîlançoya êrişên dewleta tirk yên ji 5 Cotmehê ve li dijî herêmê bi vî awayî ne.

Dewleta faşîst di şerê li dijî herêmê û binesaziya wê de, 15 caran balafirên şer bi kar anî ye.

Yek ji amûra ku dagirkeriya Tirk li hemberî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi kar tîne balafirên bê mirovin.

Di van 5 rojên dawî de jî 60 carî bi riya balafirên bê mirov êriş pêk anîn.

Her weha ji herêmên dagirkirî û ji nava sînorên xwe, dagirkeriya Tirkiyê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi çekên giran bombebaran û topbaran kirin.

Êrişên bi çekên giran ku pêk anîne bi vî rengî ye.

191 caran bi obusan, 119 caran bi hawanan, 11 caran bi fuzeyan, 12 caran bi tankan û 22 caran bi doçkayan êriş kir.

Di nava van 5 rojan de tevgera balafirên şer û balafirên bê mirov jî li ser herêmê ranewestiya.

180 carî balafirên keşfê li ser hermê geriyan.

42 caran jî balafirên şer li ser ezmanê herêmê tevgeriyan.

Di encama van êrişan de li kêleka ziyanên madî û rûxandina çavkaniyên jiyanê gelek hemwelatiyên pêkhateyên cuda yên ji herêmê şehîd û birîndar bûn.

2 jê Zarok 11 sivîl şehîd bûn

Di nav de jin û zarok 7 sivîl birîndar bûn.

29 jê endamên hêzên dij hişbirê 35 endamên Asayişê şehîd bûn.

Back to top button