Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê de li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne.
Di êrişa li Eyn Îsayê de 2 zarok hatin kuştin.
Li gundê Bişêriyê yê Dirbêsiyê jî di êrişa bi balafiran de 5 jinên karkerên pembû birîndar bûn
Her wekî duh herêma koçerat bombebaran kirin, di encamê de bi dehan şehîd şehîd û birîndar bûn.
4 rojin li dû hev dagirkerirya Tirk sûcên şer li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tîne.
Artêşa Tirk a hov ku hemû axlaqên mirovî derbas kiriye, rasterast sivîlan dike armanca êrişên xwe û komkujiyan pêk tîne.
Dewleta Tirk gundên Girê Spî û Eyn Îsa topbaran kirin.
Dagirkeran li gundê mestûra yê rojavayê Eyn Îsa dijî zarokan komkujî pêk anî.
Zarokên bi navê Elî Elyaş yê 9 salî û Nadiya El Eyaş yê 10 salî kuştin.