Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Şêx û rûspiyên erşîreyên Tebqa û Reqa êrîşa dijî akademiya hêzên têkoşîna dijî hişbirê şermezar kirin.
Her weha Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî daxuyanî da.

Şêx û rûspiyên Reqayê êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina akademiya hêzên têkoşîna li dijî hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk wê bi riya van êrişan nikaribe vîna gel tê bike.

Bi riya biratiya gelan emê hemû pilan û êrişên tirkiyê têk bibin.

Rûspiyên eşîrên Tebqayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bi taybetî hedefgirtina akademiya hêzên têkoşîna li dijî hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kirin.

Malbatên Şehîdan a Girê Spî êrîşên dagikeriya Tirkiyê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî ya dagirkirî hedefgirtina hêzên têkoşîna li dijî hişbirê ku di encamê de 29 şehîd û bi dehan birîndar çêbûn şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van sûcan îradeya berxwedanê têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker rawestînin û sivîlan biparêzin.

Dawiyê beşdaran 29 mûm li ser ruhê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêxistin û soza şopandina rêya wan da.

Back to top button