Şêniyên Dêrazorê: Emê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê têbikoşin

Şêniyên Dêrazorê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo şîna 29 endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbir kon vedan.

Kon li herêma Kesra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê hat vedan.

Bi dehan kes serdana kirin.

Di bin kon de, kesên axivîn diyar kirin ku êişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer.

Aliyan, bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk bîbinin.

Her weha bang li Konseya Ewlekariya ya NY, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bikin û dawî li binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk a hovane bînin.

Dawiyê 29 şehîdên endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê ku di êrîşa dagirkeriya Tirkiyê şehîd bûbûn hatin bibîran û ji malbatê şehîdan re sersaxiyê hat xwestin.

Back to top button