Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh careke din gundên navçeya Til Temir û Şehbayê topbaran kirin.
Şevê din, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Cîcan ê Şehbayê bi çekên giran gulebaran kir.
Heman şevê artêşa dagirker gundê Tewîle yê li rojavayê Til Temirê li nêz rêya M4 jî bi top û hawinan kir armanc.
Der barê ziyan û windahiyan de agahî, bi dest neketin.
Artêşa dagirker 4’ê Gulanê jî gundên navçeya Şêrawa, Şehba û Şera topbaran kiribû.