Damezrîner û serokê Îtîlafa Niştîmanî ya Lubnanê Yûsif Şamas û Senatorê meclisa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hêzên rizgariya cîhanî kir ku van êrişan rawestînin
Yûsif Şamas bi rêya nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Lubnanê kurt-nameyek ji Rêveberiya Xweser re şand.
Şamas di kurtenameyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sivîlan, stasyonên kehrebe, avê û kargehên xwarinê şermezar kir.
Şamas bang li cîhanê û hêzên rizgariyê yên cîhanê kir ku destekê bidin gelên bindest û êrişên li dijî gelan şermezar bikin.
Parlamenterekî Awstralî êrişên Tirkiyê şermezar kirin
Endamê Kongresa Awstralyayê û berdevkê Wezareta Dadgeriyê ya نيو ساوث ويلز , David Shoebridge ديفيد شوبريدج nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.
David di nameyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.