Şêniyên Mexmûrê êrîşên dagirkeriyê bi meşekî şermezar kir

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûr bi meşeke girsayî êrîşên dagirkerya Tirk û helwesta PDK’ê şermezar kirin her wiha piştgirî dan Însiyatîfa kurdistanê.

Di meşê de pankartên “Em Berxwedana Gerîlayên Azadiyê silav dikin” û posterên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Piştî kombûna gel ber deriyê Parka Şehîd Zehra, Mamoste Bêrîvan bi daxuyaniyekê “Însiyatîfa Kurdistanê Bi parêzîn” silav kir.

Bêrîvan di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk û hevalbendên wê PDK’ê her roj metirsiya wan zêde tir dibe.

Mamoste Bêrîvan da zanîn jî ku pêwîste hemû hêz li beramberê vê nêzîkatiya dij mirovî û dijî zagonên navnetewî dengê xwe bilind bikin.

Her wiha ev bang kir :

“Em bang li tevayî gelê Kurd dikîn da ku li berxwedana rûmetê ya gerîla xwedî derkevin, her der Avaşîne, her der Metîna ye, her der Zap e”

Back to top button