Konferansa Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a li Dijî Modernîteya Kapîtalîst li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê hat li darxistin.
Encamnameya konferansê, bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.
Encamname bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi Kurdî û Yewnanî hate xwendin.
Ji xalên sereke yên encamnameyê weha ne:
- Li ser îdeolojiya azadiya jinê nîqaş hatin kirin.
- Banga parastin û naskirina Şoreşe Rojava hate kirin.
- Derbarê rewşa Rêber Apo de, bang ji bo beşdariya kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî, Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd” hat kirin.
- Ji bo PKK’ê ji lîsteya qedexyan bê derxistin, bang li hêzên navneteweyî hat kirin.
- Her weha dawiya daxuyaniyê bang li her kesî hat kirin ku li dijî faşîzma Tirk û polîtîkayên qirkirinê helwesteke hevpar nîşan bidin.