Li hember gef û êrişên rojane yên li ser herêmê, gel biryara berxwedan û têkoşînê daye.
Jinên li navçeya Til Rifet a Şehbayê di çarçoveya parastina rewa de rêgeza şerê gelê şorşgerî pêk tînin û xwe fêrî bikaranîna çekan dikin.
Bi dehan jinên li navçeya Til Rifetê ji temen û pêkhateyên cuda tevlî perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan bûne.
Dibêjin:
“Em amade ne, navçeyên xwe ji êrişan biparêzin û li ber xwe bidin.”
Jinan tekez kir ew ê di eniyên herî pêş ên şer de li kêleka hêzên parastinê cihê xwe bigirin.
Û piştrast jî kirin ku xweparastin û berxwedana ji bo vegera li warê xwe, çareya herî guncav e.