Rûsya hişyar kir: Êrişa Tirkiyê ya li dijî Sûrî ne karê aqilan e

Li dijî gefa êrişê ya dewleta Tirk li dijî Sûrî, di nava hefteyekê de Rûsya 2 nêrînên ji hev cûda da.
Pêşî Wezîrê Kar Derve Sergey Lavrov, gefên Tirkiyê weke metirsiyeke rewa nîşan da.
Nûnerê Putin yê li Sûrî Aleksandr jî êrişa muhtemek a Tirkiyê weke karê dûrî aqil binav kir û got,
Pêwîste hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.

Wezîrê Karê Derve ê Tirkiyê Sergey Lavrov 8’ê Hezîrnê li paytexta Tirkiyê Enqerê bû.

Di vê serdanê yek mijarên sereke gefên êrişa Tirkiyê ya li dijî Bakurê Sûrî bû.

Wezîrê Rûs her çendî eşkere destek nedabe êrişê jî lê gotineke wiha bikar anî:

Metirsiya Tirkiyê mafekî rewa ye.

Û ev yek we weke erêkirina êrişê hate şîrovekirin.

Berevajî Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûrî Aleksandr Lavrentyev helwesteke cûda nîşan da.

Lavrentyev diyar kir ku tevgereke leşkerî ya Tirkiyê li dijî Bakurê Sûrî be karê aqilan e û got,

Êriş wê bibe sedem ku aramiya li herêmê têk biçe.

Lavrentyev bang li serok-komarê Tirk Erdogan jî kir û got;

Pêwîste Tirkiyê dest ji hewldana êrişê berde. Berevajî wê alozî zêde bibe û rewşa careke din ber bi şer ve biçe.

Dîplomatê Rûs ji rewşa heyî careke din Amerîka weke berpirsiya nîşan da û got:

Amerîka di bin navê şerê li dijî DAIŞ’ê de li ser xaka Sûrî bicih bûye.

Tişta niha dike jî kontrolkirina çavkaniyên pertola vî welatî ye.

Ji bo alozî were çareserkirin, pêwîste Amerîka hêzên xwe ji Sûrî derxîne.

Lavrentyev wekî din peyam da welatên Rojavayî ku ew ê hebûna Rûsya li Sûrî ti carî lewaz nebe.

Têkildarî xebatên di bin navê amadekirihna Destûra Bingehî a Sûrî jî Lavrentyev got;

Ev xebat dikar dewam bikin, lê vê gavê bajarê Cinêv ji bo vê meselê ne guncav e.

Piştî destpêkirina êrişa li dijî Ukraynayê, Siwîsre qada xwe a ezmanî li hemberî tevgera balafirên Rûs girtibû.

Ji ber vê yekê helwesta Lavrentyev weke bersivdayîna vê yekê tê şîrovekirin.

Back to top button