Parêzerê Suryan Corc Hena: Girtina rêber Apo sûc e

Parêzerê Suryan Corc Hena li dijî tecrîda giran ya li ser rêber Apo dibêje:
“Ji ber rêber Ocalan di felsefeya xwe de berjewendiyên civakê esas digire, ji aliyê hêzên komploger ve rastî tecrîdeke giran tê.

Parêzer Corc Hena anî ziman “Fikrê Rêber Ocalan fikrekî demokratîk e, li dijî dagirkeran banga azadiya hemû gelên cîhanê dike û tu cudahiyê naxe navbera gel û olan.”

Corc Hena dibêje:

“Cîhan bi tevahî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dike, ji ber ku fikrên wî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ne.”

Û dawiyê jî tekez kir divê parêzer di warê navneteweyî de berevaniyê di ber Rêber Apo de bikin, ji ber girtina wî bi xwe sûc e.

Back to top button