
Serokê Dewleta Tirk a dagirker Erdogan, ji bo rewşa Idlibê hişyarî da Rûsya û Rejîmê û gefa êrîşekê li dijî wan xwar.
Erdogan ê ku nuqteyên wî yên çavdêriyê ketine dorpêçê, ji bo pêşketina Rêjîmê li Ildibê got, ew ê bê bersiv nemînin.
Serokê Tirkiyê careke din peymana Edene xist rojevê û li gorî wê peymanê parastina hêzên xwe li Sûriyê rewa dibîne.
Li hemberî wî jî Serokatiya Rûsya Kremlên got “Rûsya pabendiyên xwe yên li Idlibê bi cih tîne û ji bo êrîşên leşkerî ew dil giran in”