Şêniyên bajarê Hesekê 190 şehîdên meha Çile û Sibatê bi merasîmekê bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê 190 şehîdên meha Çile û Sibatê bi merasîmekê bibîranîn.
Bi dehan ji malbatên şehîdan û nûnerên meclisa kantona Hesekê û welatî tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê û endama Kongra Star Wesif Şebût axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza dewamkirina riya şehîdan hate nûkirin.
Di dawiyê de li ser şehîdan sînevizyon hate pêşandan.