GIHIŞTIN ŞENGALÊ Û RADESTÎ MALBATÊN WAN HATIN KIRIN

Îro mala Êzidiyan li bajarê Hesekê bi mersîmekê 5 jin û zaarokekî 13 salî radestî meclîsa Şengalê û Tevgera jinên Êzidî kir. Di merasîmê de spasiya şervanên QSD’ê hat kirin û hat teqezkirin ku ew ê ji bo radestkirina êzidiyan karê xwe dewam bikin.Her wiha di saetên êvarê de kesên hatin rizgarkirin gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin.

 

Piştî têkbirina DAIŞ’ê gelek jin û zarokên Êzidî ku di ferma 15′ Tebaxa 2014’an de hatibûn revandin ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.
Şervanên QSD’ê heta niha hejmarke mezin jin û zarok radastî mala êzidiyan kirine.
Mala Êzidiyan jî bi qefalan ev zarok û jin di nava kêfxweşiya rizagarkirina ji DAIŞ’ê de, vegerandin şengalê.
Îro jî mala êzidiyan ya Hesekê 5 jin û zarokek 13 salî radestî meclisa şengalê u komeleya jinên êzidî ya li gundê Ebû Berzan kir.
Navê 5 jin û zarokê hatine radestkirina ev in:
Serab Nayf Îsa,
Leyla Xelef felîd,
Ezîza şemo Xelef,
Hediya Elî Hecî,
Qismet Salih Mihemed
Û Qasim Evdo.
Bi merasîmek ev jin û zarok hatin radestkirin.

ÊZIDIYÊN BI DESTÊ QSD’Ê HATIN RIZGARKIRIN
GIHIŞTIN ŞENGALÊ Û RADESTÎ MALBATÊN WAN HATIN KIRIN

Her wiha Êzidiyên hatîn radestkirin di saetên êvarê de gihiştin Şengalê û ji aliyê TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin.
Di merasîma radestkirinê de li ser navê rêveberiya TAJÊ Helîma Hisên axivî û sipasiya Mala Êzidiyan kir ku bi wan re dibin alîkar heta ew welatiyên xwe digehînin malbatên wan.

 

Leave a Reply

Back to top button