Anthony Blinken: Divê Varosa li gor biryarê Konseya Ewlekariyê di destê NY de be

Duh Wezîrê Derve yê Emêrîka Anthony Blinken ragihand ku ew li dijî plana dabeşkirina Tirkî ya li dijî Qibrisê ne.

Di derbarê de Antony Blinken diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk yên li Qibrisê, binpêkirina biriyarên Netewyên Yekbûyî ye.

Antony Blinken li dijî daxwaza Erdogan ku dibêje bila Varos ji aliyê Tirkiyê ve were rêvebirin derket û got:

“Li gor biryarên 550 û 789 ya Konseya Ewlekariyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, divê Varosa  ji hêla NY were bi rêverberin.”

Amerîka: Divê Tirkiye biryara xwe ya desteserkirina deverên Varosha vekşîne

Li ser daxwaza NY Netewên Yekbûyî NY Blinken got:” NY daxwaz dike ku Tirkiye destê xwe deverên Varosha veksîne.”

Her wiha Waşington jî hişyarî da Tirkiyê diyar kir ku ewê ji bo çareseriya aloziyê bi aliyan re bixebitin û mijarê radestî Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bikin da ku bersivek erênî bide.

Back to top button