Nurşan Hisên: Heta niha PDK’ê ji bo berdana endamên me bersivek erênî nedaye

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên diyar kir, ji bo berdana Endamên Rêvberiya Xweser hîn PDK’ê bersivek erênî nedaye.

Tevî ku di ser revandina Nûnerê Rêveberiya Xweser 42 roj derbas bûn , lê heta niha nehatine berdan.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nurşan Hisên têkildarî mijarê axivî û got:

”Mixabin di demekî ku em li Herêma Kurdistanê bîranîna salvegera şoreşa Rojava dikin, nûnerên Rojevayê Kurdistanê li Hewlêrê girtî ne.

Ev jî cihê şermezariyê ye.”

Nurşan Hisên di dawiyê de daxwaz kir ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê û alîkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê helwestekî giştî were nîşan dan.

Back to top button