TEV-DEM’ê ji bo êrişên Tirkiyê daxuyanî da

TEV-DEM′ê ji bo êrişa li dijî Tirbespiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca êrişê lewazkirina rola bi bandor a Rêveberiya Xweser li herêmê ye.
TEV-DEM′ê bang li gelên herêmê kir ku bi nirxên berxwedanê ve girêdayî bin û li hember siyasetên dagirkeriyê hevgirtî bin. 

Dewleta Tirk a dagirke doh careke din pêşeng, rêveber û welatparêzên civakê kir armanc û li Tirbespiyê komkujiyek pêk anî.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM′ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

”Ev demeke dirêj e Tirkiyê û dewletên ku destekê didin wî planên zêdekirina êrişan li dijî vîna Rêveberiya Xweser dikin.

Dewleta Tirk rojane êrişan pêk tîne ku siyasetên şerê taybet ferz bike, da ku bigihîne siyaseta qirkirina civakî.

Di wê yekê de tu cudahiyê naxe navbera pêkhateyên herêmê yên li seranserî erdnîgariya Rêveberiya Xweser.

Ji ber ku dewleta Tirk ji hêza hevgirtina gelan a ber bi gihandina vîna xwe, derfetên xwe yên çandî û exlaqî ve metirsîdar e.”

TEV-DEM′ê îşaret bi bêdengiya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha dewam kir:

“Nezelalbûna helwesta dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê û agirbestê, nîşan dide ku çavkanî, biryar û helwesta wan hevbeş e.

Nîşaneya li ser vê yekê daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê yên hemwextî civîna Astanayê li dijî Rêveberiya Xweser dane.

Ev bêdengiya heyî nîşaneyên siyasî yên xeternak in û ji bo dewleta Tirk peyamek e ku komkujiyên din pêk bîne.”

TEV-DEM′ê diyar kir ku armanca êrişa doh li Tirbespiyê lewazkirina rola bi bandor a Rêveberiya Xweser li herêmê ye.

Her wiha têkbirina vîna civaka hevgirtî ye û reşkirina nirx û bingehên pergala demokratîke.

TEV-DEM′ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

”Ev qonaxa heyî pir girîng e û rewşa Sûriyeyê nêzî çareseriya sûriyeyî-sûriyeyî ye.

Lê dijminên vîna gelan astengiyan datînin pêş beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye.

Ji lew re divê her kes bi nirx û prensîbên berxwedanê ji her wextê zêdetir girêdayî bin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Ji ber ku parastina destkeftiyên şehîdan mîsogeriya bawerî û serkeftina li dijî her êrişekê ye.”

PJAK: Bêdengî sûcên li hember mirovahiyê ye

Back to top button