PJAK û RJAK êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir û got:
“Em ê şopdarên xeta Lîman û Yusrayê bin.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi peyamekê êrişa duh şermezar kir.
PJAK sersaxî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
PJAK’ê êrîşa artêşa Tirk weke êrîşeke sûcê mirovahiyê pênase kir û got:
“Di demê dawî de bi êrîşên nemerdane gelê herêmê dike hedef..
Êrîş li ber çavê raya giştî ya cîhanî tê kirin ..
Îdîa dike rûmeta mirovahî û demokrasiyê diparêze..
Ev bêdengiya hêzên hegemon , sûcên li hember mirovahiyê ye. ”
PJAK’ê dawiyê ev peyam da:
“Wê têkoşîna yekbûyî ya gelan serketinê bîne.”
RJAK: Em ê şopdarên xeta Yusra û Lîmanê bin
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK’ê jî daxwiyaniyek da.
RJAK êriş bi tundî şermezar kir û got:
Hevrê Yusra û Lîman gelek jinên xwedî îradeya azad e.
Ev êrişên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin.
Em ê her şoperadê xeta Yusra û Lîmanê bin.