“Rêya yekane ya çareseriyê ramanên netewa demokratîk”

Raman û felsefeya Rêber Apo bi taybetî projeya netewa demokratîk bala cîhanê dikişîne.
Ev baldarî Komxebata ku li paytexta Lubnan Beyrûdê hate lidarxistin derket holê.
Yek ji beşdarên komxebatê Cotyar Reşîd diyar kir ku ‘Neteweya Demokratîk-Konfederalîzma Demokratîk’ weke tezên herî nû û çareseriyê tê dîtin.

Di navbera 13-14’ê Hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûdê bi dirûşma “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratik – rêya aştiyê” komxebatek hate lidarxistin.

Ji beşdarên komxebatê Cotyar Reşîd li ser naverok û bi taybetî nêrînên beşdaran ên ji bo belavbûna fikrên Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji ANF’ê re axivî.

Cotyar Reşîd bal kişand li ser helwest û nêrînên beşdarên komxebatê û ev tişt anî ziman:

“Li gorî nêrîna beşdaran hemûyan, pirsgirêka esasî ya civakên Rojhilata Navîn, nebûna demokrasiyeke rasteqîn e.

Beşdaran hemûyan li ser vê yekê gihane encamê; ‘Neteweya Demokratîk-Konfederalîzma Demokratîk’ weke tezên herî nû û çareseriyê dibîne.

Bi taybet ji bo beşdarên Efrîka Efrîqa, Misir û Urdiniyan û dîsa ji bo Kurdan.”

Reşîd: Gelê Ereb ramanê Ocalan a netewa demokratîk yakane çareserî dibînin

Reşîd da zanîn ku ji Hewlêr û Dihokê Kurdek beşdarî komxebatê nebûye. Bal kişand ser bandora ramanên Rêber Apo û got:

“Bi taybet li gorî rewşenbîr û akademîsyenên Ereb raman û felsefeya bîrmendê Kurd Ocalan weke ‘Neteweya Demokratîk’ tê nasîn yekane rêya çareseriyê dibînin.

Li aliyê din li gorî wan dîlgirtina birêz Ocalan ne tenê dîlgirtina serok û şoreşgereke Kurd e, belkî dîlgirtina hizir, raman û felsefevanekî Rojhilat û navneteweyî ye.

Her wiha bang kirin ku divê hemû gelên Rojhilat û cîhan ji bo azadiya wî kar û têkoşînê bikin.”

Cotyar Reşîd diyar kir ku divê tevneke cîhanî di navbera kesên xwedî li raman û hilgirên felsefeya Ocalan in de bê çêkirin ku bikarin sûdê ji ramanên hev bigirin, têkilî di navbera wan de çêbibe.

Xelkê Hewlêrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Back to top button