Sibê li paytexta Lubnan Beyrûtê wê komxebatek bê lidarxistin.
Komxebat têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
Her wiha aloziya global û bandorên wê, neteweya demokratîk û rola jinan.
Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê.
Bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê.
Platforma Rojhilat a Pirrengî ve hatiye orgenîzekirin.
“Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve”.
Di bin vê dirûşmê de wê Komxebat bê lidarxistin.
Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê wê zêdetirî 80 kesayetan beşdar bibin.
Dê sibê dest pê bike û êvara 14’ê Hezîranê bi dawî bibe.
Tê payîn ku komxebatê li ser 4 rûniştin pêk were.
Di dawiyê de dê encamnameya komxebatê were eşkerekirin.