Newroz Ûysal: Tecrîd ne hiqûqi ye

Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal û Parêzer Ceren Uysal derbarê tecrîdê nirxandin kir û got:
“Tecrîda li dijî Rêber Apo ji rewşeke hiqûqî wêdetir polîtîk e, siyasî ye.. Qedexeya li ser hevdîtinê mîna amûreke şantajê ya polîtîk tê bikaranîn.

Ji 25’ê Adara 2021’an de agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin.

Di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Dewleta Tirk cezayên dîsplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire.

Dewleta Tirk bi dirêjkirina cezayên dîsîplînê rê nade hevdîtin pêre bê kirin. ‏

Bi vî rengî wî ji “Mafê Hêviyê” bêpar dihêle.

Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal tecrîda li dijî Rêber APO nirxand.

Newroz Ûysal destnîşan kir ku tecrîd ne hiqûqi ye.

Tecrîd pêwendiya xwe yekser bi hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê heye.

Newroz Ûysal: Qedexeya li Îmraliyê şantaj e

Newroz Ûysal armancên cezayê disîplînê jî wiha nirxand:

Sê mehan carekê bi cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê re tê qedexekirin.

Ev hemû bi rêk û pêk tê meşandin.

Hewl didin weke şantajê bi kar bînin.

Ev ceza li dijî Abdullah Ocalan weke şerekî taybet tê bikaranîn”

Newroz Ûysal: Divê mirov li ber kiryarên li Îmraliyê rabin

Newroz Ûysal ku divê mirov li ber kirinên li Îmraliyê rabin.

Eger li wir hiqûq bi cih bê anîn, guhertin bê kirin hingî li Tirkiyeyê wê guhertinek pêk were.”

Ceren Uysal: Rewşa li Îmraliyê îşkence ye

Parêzer Ceren Uysal jî bi heman armancê nirxandin kirin.

Ceren Uysal diyar kir ku rewşa Îmraliyê veguheriye êşkenceyê..

“Bi salan e em vê tînin ziman. Em tenê naynin ziman.

Di belgeyên navneteweyî de jî tê gotin.

Lê tevî vê tecrîda li dijî Rêber Apo gihiştiye astek dijwar.

Ceren Uysal: Divê CPT bikeve rewşeke çalktir

Cerenê nêzîkatiya CPT ya li hember Îmraliyê jî nirand û got:

“CPT di çarçoveya sererastkirina qanûnî de divê fikaran ji holê rabike.

Divê CPT bikeve rewşeke çalaktir.

Cerenê dawiyê tekez kir ku divê em hemû hîn zêdetir li dijî tedrîdê çalak bin.

“Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e”

Back to top button