“Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e”

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bertek nîşan da.
Şêniyan diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê tevahî gelan e.
Azadiya wî azadiya hemû gelan e û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang kirin.

Welatiya bi navê Fatima Reşîd komployên li dijî Rêber Apo şermezar kirin û got:

“Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.”

Welatiyê bi navê Ehmed Salih Mistefa jî ev bang kir:

“Pêwîste rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin ..

Rewşa Rêber Apo eşkere bikin ..

Divê gelê Kurd heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê me li qadan bin..”

Reşa Mistefa jî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar kirin..

Reşa bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin ..

Li dijî qedexeya hevdîtinê li Kobanê konê çalakiyê hatiye vegirtin

Back to top button