Li dijî qedexeya hevdîtinê li Kobanê konê çalakiyê hatiye vegirtin

Li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan gel bi hêrsin û bê navber di nava çalakiyan de ne.
Çalakgerên çalakiya konvedanê ya Kobanê diyar kirin ku dê serkeftin para wan be û dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.
Li Dêrazorê jî bi heman armancê tecrîd hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye destûr ku gelan komî ser hev kir.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî Rêber Apo dimeşîne.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve jî ti agahî jê nayê wergirtin.

Car din biryara 6 mehan a qedexeya hevdîtinê bi Rêber Apo re hate birîn.

Li dijî vê gel bi hêrs e û di qadên çalakiyan de ne.

Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê çalakiya konvedanê li dar xist.

Kon li qada şehîd Egîd a bajêr hatiye vegirtin.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hec Kerho axivî û diyar ku dirêjkirina qedexeya hevdîtinê binpêkirina mafên mirovan û tunekirina nasnameya gelên herêmê ye.

Hec Kerho bêdengiya rêxistinên navneteweyî û bi taybetî ya CPT’ê jî şermezar kir û got:

Armanca me êdî ji bo her kesî zelal e, emê tecrîda li ser Rêber Apo têk bibin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Hecî Qolagasî jî ev helwest nîşan da:

Kes nikare îradeya me ya ku li ser bingehê fikra Rêber Apo hatiye avakirin têk bibe.

Heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê têbikoşin.

Dayîka bi navê Salihe Elî jî peyama xwe bi gotina emê xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye derkevin da.

Ciwanên ji Dêra Zorê: Emê bi berxwedanê rêber Ocalan fîzîkî azad bikin

Bi heman armancê, duh li Dêra Zorê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê çalakiya konvedanê li dar xistin.

Çalakî îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate detnîşankirin ku fikrê Rêber Ocalan bûye destûra ku gelan komî ser hev dike û wiha hate gotin:

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye jêdera hêzê ji gelan re.

Ev felsefe bûye destûr ku gel komî ser hev dike.

Emê jî bi berxwedanê dîwarê îmraliyê bişkînin û Rêber Ocelan fîzîkî azad bikin.

Back to top button