Mezlûm Ebdî: QSD’Ê ji ber bi hêztir e

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku, Hêzên Sûriya Demokratîk ji berê bi hêztir in û wê êrîş teqez werin pûçkirin..

Ebdî her wiha destnîşan kir ku, Amerîka neçar e bi hêzên vê herêmê re, krîza Sûriyê çareser bike û niha jî peynwendî dewam dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji ber bi hêztir e.

Tedbîrên hatine girtin, wê êrîşan pûç bikin.

Ev bersiva Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji hin pirsên Rojnameya Yeni Ozgur Politikayê re ne..

Ebdî diyar kir ku, di êrîşên Serê Kanî û Girê Spî de, him kêmaniyên dîplomatîk û leşkerî hebûn, him jî, siyaseta Amerîka û bêdengiya wê roleke neyînî lîst.

Mezlûm Ebdî: Hêza me tevgera dewleta Tirk sînordar kir

Fermandar Ebdî, ev kêmanî bi dersên girîng bi nav kir û teqez kir ku, ji ber gavên mezin di warê leşkerî, siyasî û dîplomatîk de hatine avêtin û wê pûç bibin û ji tirsa binketina xwe Dewleta Tirk jî tevgera xwe sînordar kir.

Ji bo herêmên dagirkirî jî, Ebdî vê peyamê dide..

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina herêmên dagirkirî dirêj nake

Wê xelkê Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî vegerin warê xwe..

Hîna dema wê nehatiye, lê gelekî dirêj nake û wê teqez bêne rizgarkirin.

Piştî rêdana ji êrîşan re, di vê demê de, tevgera hêzên Amerîkî li herêmê zêde bûye û gelek caran rê li pêşiya tevgera Rûsyayê girtiye..

Mezlûm Ebdî: Amerîka neçar e bi me re aloziyê çareser bike

Ebdî ev weke serererastkirina birayarên şaş ên Amerîka bi nav kir û got, “Ew neçar e bi hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrî QSD’ê û MSD pirsgirêka Sûriyê çareser bike û niha jî peywendî didomin”

Ebdî her wiha destnîşan kir ku ” idiayên dibêje wê Amerîka Kurdan ber bi herêmên petrolê ve bi cih bike, ne rast in û siyasteke Amerîka ya bi vî rengî tine ye.”

Back to top button