Li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan meşa dirêj a li eyaleta Saksonya Jêr û Berlîn yên Alamaya dest pê kir. Tevî baran û sermayê jî bi sedan kes tevlî meşê bûn. Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê jî bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî û hêzên komploger şermezar kir û bernameya meşan jî eşkere kir.
Bi nêzbûna komploya navnetewî ya li ser rêber Ocalan re meşên dirêj yên li Ewropa despê kir.
Li Eyaleta Saksonyaya Jêr a Almanya meşa dirêj a ji bo 3 rojan hate destpêkirin.
Meşa îro bi qasî 10 km ji Langenhagenê heta Hannoverê pêk hat.
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya rawestgeha dawîn a gara tramwayhê kom bûn û beriya meşê daxuyaniyeke kurt dan.
2 vê mehê wê li pêşiya parlementoyê mitîngek were li darxistin û dosyeyek pêşkêşî parlementoyê were kirin.
Li Berlînê jî ji bo şermezarkirina komployê meşa dirêj a 2 rojan li Kreûzber-Kottbûser Torê dest pê kir.
beta meşê bidin 15 saniyn
KCDK-E: banga tevlîbûna li meşa dirêj kir
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê bernameya meşên li hemberî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan diyar kir.
KCDK-E’yê komploya navneteweyî û hêzên komploger şermezar kir û berxwedêrên li hemberî komployê jî bi bîr anî.
KCDK-E’yê diyar kir ku ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Ocalan e lê belê li ser gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê ye.
KCDK-E’yê anî ziman ku têkoşîna wan, ji bo azadiya rêzdar Ocalan û çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurdan e.
Di dawiyê de hat diyarkirin ku wê di navbera 10-15’ê Sibatê de li gelek bajar û welatên Ewropayê yên wekî Fransa, Danîmarka, Evûstûrya, Hollanda, Yewnanistan, Belçîka, Elmanyayê meş were lidarxistin.