Kampanyaya alîkariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome

Kampaniya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê li bakur û rojhilatê Sûriyê didome.
Li aliyê din xebatên Rêveberiya Xweser yên şandina alîkariyê jî ranewestiyan e.
Ji bilî wê jî, ji ber erdhejê dibistan hatibûn sekinandin, Lê îro Desteya Perwerde diyar kir ku ji bilî çend herêmên destnîşan kirin, sibe dewama xwendekaran destpê dike.

Berî du rojan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê Kampanyaya alîkariyan ragihand.

Rêveberiyê bang li her kesî kiribû ku beşdarî kampanyaya alîkariyê bibin û gotin divê tevahî rê û dergeh bên vekirin.

Li ser banga Rêveberiya Xweser gelê herêmê ket nava tevgerê û alîkariyê kom dikin.

Rêveberiya Xweser rewşa xelkê li kampên Şehbayê şopand

Şandeya Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê serdana kon û navendên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Şandeyê serdana malbatên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, kir.

Şandeyê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye li gorî derfetên xwe destekê bide tevahî Sûriyê.

Rêveberiya Xweser karwanekî din ê alîkariyê dişîne herêmên erdhejê

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber kirine.

Rêveberiya Xweser beşeke din a alîkariyê ji bo herêmên erdhejê amade kir û dê bişîne herêmên erdhejê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de.

Rêveberiya Xweser wekî beşa yekemîn a alîkariyê, duh 50 tankerên sotemeniyê şandibûn deriyê Tayiheyê.

Heta niha hikumeta Şamê destûra derbaskirina alîkariyan nedaye.

50 tankêrên sotemeniyê amadene da derbasî herêmên hikuemta Şamê werin kirin

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Ciwan Mele diyar kir erkeke wan ê mirovî ye ku bi mexdûrên erdhejê re bibin alîkar û got:

Divê em nakokiyên xwe bi din aliyeke li gor rewşa mirovî tevbigerin.

Wek rêveberiya xweser çi destê me bê emê ji bo gelên herêmê bikin.

Li herêma Firat, Şehba û taxên Helebê betlaneya dibistanan hat dirêjkirin

Her weha ji bo rewşa xwendinê jî Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî got:

Dê betlane ji bo xwendekarên herêma Firatê, Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hefteyekê bê dirêjkirin.

Dewama xwendekarên herêmên din jî sibê dest pê dike.

Back to top button