Di 10 salên borî de li Rojhilatê Kurdistanê hezar û 795 kolber bûne qûrbanî

Li gorî bîlançoyê di nava 10 salên borî de, hezar û 795 kolber jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Malpera Kolbernews’ê ragihand ku di nava 10 salên borî de di encama gulebarana raste rast a leşkerê Îranê yên xeta Sînor û ji ber serma û dijwariya rêya herêmên çiyayî yên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, 546 kolber hatine qetilkirin.

Her wiha hezar û 249 kolber jî birîndarbûne.

Gorî heman çavkaniyê tenê di sala 2022’yan de herî kêm 43 kolber hatine kuştin û 215 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe bikin li ser sînorê Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê kolbertiyê dikin.

Back to top button