Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol di roja xwe ya 6’an de bi pêşandana 2 şanoyan berdewm kir.
Di roja 6’an a mîhrîcanê de, şanoyeke komînal bi navnîşan “Bibore Mem û Zîn” ji aliyê koma “Afrînerên hêviyê” ya kantona Şehba hate pêşandan.
Nivîskarê vê şanoyê Ehmed Îsmaîle û Muhyedîn Arselan jî derhêneriya wê kiriye.
Her wiha Koma Kaya ya bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê listîka “Xewnê reş” pêşanda ku Kawa Mihemedzade derhêneriya wê kiriye.
Şano ji aliyê 2 hunermendan bi zaravayê soranî hate pêşandan.