Anthony Blinken ji bo peyitandina agirbestê gihaşt Tel Ebîbê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji bo peyitandina agirbestê, gihaşt paytexta Israîlê.

Anthony Blinken bi armanca şopandina agirbest û gihaştina alîkariyan bo şêniyên Xezayê, serî li Tel Ebîbê daye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ji aliyê xwe ve piştrast kir ku Blinken dê li ser misogerkirina gihaştina alîkariyan bi awayekî ku sûdê bide ziyanbînan ne Hemasê, kar bike.

Biden her wiha teqiz kir ku Blinken piştî paşguhkirina salan dê li ser avakirina têkiliyan digel fermandar û gelê Filistînî kar bike.

Tê payîn ku Blinken piştî Tel Ebîbê berî bide Quds, Ramela, Urdin û Misrê.

Back to top button