Welatên Cîhanê li rastî newekheviya bidestxistina derziyên dijî vîrûsa Coronayê tên

Dezgeha Tendirustî ya Cîhanî di civîna xwe ya duh de raghand ku di belavkirina derziyên dijî Coronayê li welatên Cîhanê newekheviyek heye. û ev yek wek tiştek şermok bi nav kir.

Rêveberê Dezgeha Tendirustî Ya Cîhanî Tîdirson Edhanom Gîbriyessos newekheviya belavkirina derziyên coronayê weke hetiketiyek pênasekir û daxuyakirin ku ev derzî heta niha ji sedî 75 li deh welatan tenê hatiye belavkirin.

Tîdirson Edhanom Gîbriyessos destnîşankir ku heta meha Îlonê divê herî kêm bi awayekî lez ji sedî 10 hemwelatiyên her welatekî werin derzîkirin.

Edhanom Gîbriyessos di nirxandinna xwe de dazanîn ku derziyên ku ji bo coronayê hatine çêkirin,ji hin welat, destê komekî de ye, ev kom li gor xwe bi çarenûsa welatan dilîzin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Bakur û Rojhilatê Sûryê Ciwan Mistefa jî diyar kir ku dezgeha borî rêgezên xwe yên mirovî binpê dike.

Ciwan Mistefa diyar kir ku Dezgeha Cîhanî raghand ku wan 203000 derzî ji hikumeta Sûryê re şandine û jê para herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê heye, lê herêmên me tenê 645 derzî bi destxistin.

Back to top button