Xalid Îbrahîm: Ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan tu helwest derneketiye

Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku helwestên navneteweyî li hember biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê hîna di nîqaşê de ne û ne zelal in.

Rêveberiya Xweser di 10`ê Hezîranê de ragihand ku ew ê dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bike.

Endamê Desteya Rêveber a Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî mijarê axivî û got:

“Piraniya dewletan hîna helwesta der barê mijarê de nîqaş dikin.

Me hewl da helwestên hin aliyên navneteweyî têkildarî biryara rêveberiya Xweser bipirsin,

lê ne erênî ne neyînî tu helwest nîşan nedan.”

Îbrahîm anî ziman ku wan bi hin dewletên Koalîsyona Navneteweyî re jî peywendî danîne û got:

“Li gorî me ji wan fêm kiriye, ew hîna nîqaş dikin. Em li bendê ne ku helwestên wan zelal bibin.”

Têkildarî peywendiya bi welatên Ereban re jî, Îbrahîm got:

“Hin kanalên peywendiyê di navbera Rêveberiya Xweser û hin dewletên Ereban de hene.

Derdorên erebî ji bo Rêveberiya Xweser pir girîng in.”

Rêveberiya Xweser dê çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne

Back to top button