Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej pêk hat

Bajarên kavilbûyî, cenazeyên li bin kavilan û mirina bi hezaran kesî.
Ev yek ji berhema rejîma faşîst ya serokê AKP’ê Erdogan ya li bakurê Kurdistanê ye.
Erdogan bi ser vê de jî daxwaza helaliyê dike.
Ev daxwaz li nava gel û parlamentoyê rastî hêrseke zêde hat.

24 rojin rewş wiha ye.

Xemsariya li hember êşa civakê li cihê alîkarî bazarên li ser êşê tên kirin.

Bi hezaran kes li ber kavilan bê çadir û pêdiviyên jiyanî ye.

Di demekî wiha de, herdhejên biçûk li li pey hev pêk tên.

Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li navçeya Karlisû ya Hatayê bi pileya 4.8 erdhej çêbû.

AFAD’ê jî diyar kir ku navenda erdhejê navçeya navendî Antakya ye û pileya wê jî weke 4.4 pêk hatiye.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane 45 hezar derbas kir

AFAD’ê ragihand ku di erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû, jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihiştiye 45 hezar û 89 kesî.

Li gorî daneyên AFAD’ê ji herêmê nêzî 2 mîlyon kes ji herêmê hatine veguhestin.

Ji erdheja despêkê û heta niha bêtirî 11 hezar herdhejok pêk hatine.

ERDOGAN YÊ BO SEDEMA MIRINA HEZARAN KESÎ HELALÎ XWEST

Li Semsûr ku yek ji bajarên gelekî bandor ji erdhejên Mereşê girtin, heta niha li gor hejmarên fermî bêtirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber ku piştî erdhejê heta çend rojan alîkarî nehat kirin, gelek kesên sax ên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.

Serokomarê AKP’î Erdogan jî çend roj berê li Semsûrê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got;

Ew dereng çûne Semsûrê, ji ber vê me xwest semsûrî heqê xwe helal bikin.

HDP: Kes ji me heqê xwe li we helal nake

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî li parlamentoya Tirkiyê bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got:

Welat, netew, bazirganî.

Ya ku AKP û Qoserê kirine ev e.

We ji bo jiyana xwe ya aborî mirov kuştin.

Hûn ê ji ber dijminatiya gel û kuştinê werin darizandin.

Kesek ji me heqê xwe li we helal nake.

Mexdûrê 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dayî: ez heqê xwe helal nakim

Mexdûrê erdhejê Yûsûf Akgul diyar kir ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.

Akgul da zanîn ku xizmên wî ji ber ku alîkarî nehatiye kirin jiyana xwe ji dest dane û got,

Ew heqê xwe helal nake.

Back to top button