Li Nîjerya tînûbû ji bo serokatiya welat hat hilbijartin

Serokê nû yê welatê herî nifûsa wî zêde ya Afrîka diyar bû.
Li Nîjerya namzetê partiya deshilat ya Kongreya Hemû Pêşverû (APC) Ehemed Tînûbû bo serokê welat.

Nîjerya ku welatê nifûsa wê herî zêde ya parzemîna Afrîka ye serokê xwe hilbijart.

Serokê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinê Mahmûd Yakubû ragihand ku Ehemed Tînûbû 8 milyon û 794 hezar û 726 deng standiye.

Ehmed Tînûbû waliyê berê yê Lagosê Bola bû.

Di hilbijartinê de şansê serketina wî zêde xuya dikir.

Tinubuyê ku 8 salan waliyê Lagosê kir, ji ber xizmetên xwe ji aliyê gelê herêmê ve, navê “Xwedayê Lagosê” lê hate kirin.

Yakubu destnîşan kir ku hevrikê herî mezin ê Tînûbûyê, namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (PDP) ê muxalefetê Atiku Ebubakar 6 milyon û 101 hezar û 533 deng stendiye.

Namzedê Partiya Karker (LP) Peter Obî jî di sînorê 6 milyon û 984 hezar û 520 dengan da maye.

Li Nîjeryaya ku bi sîstema federal tê birêvebirin, ji bo di hilbijartina serokomariyê de bi ser bikeve, divê li paytexta herêma Abuja û 24 eyaletan her namzed ji sedî 25’ê dengan bistîne.

Li nîjerya 36 eyalet hene.

Tinubu di hilbijartinên 12 eyaletan de bi ser ket û li 18 eyaletan ji sedî 25 ê dengan wergirt.

Muxalefeta sereke PDP jî li 12 eyaletan bû yekemîn, LP jî li 11 eyaletan û herêma paytexta federal bû yekemîn.

Li Nîjeryaya ku nifûsa wê nêzî 206 milyon e, 18 berendam ji bo serokomariyê hevrikî kirin.

Dengdan 25-26’ê Sibatê pêk hat.

Jimartina dengan ku roja Yekşemê 26’ê Sibatê saet 16:00ê dest pê kiribû, îro bi dawî bû.

Back to top button