Dagirkeriya Tirk qutkirina ava Çema Firatê weke çek li hemberî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikartîne.
Roj bi roj bandor û ziyanên mezin li herêmê derdikevin holê.
Derbarê mijara qutkirina Ava çemê Firatê de Hevserokê Nivîsgeha Enerjî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş axivî û got:
“Dewleta Tirk a dagirker çemê Firatê wek kaxizeke zextê li dijî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.
Ji ber qutkirin û kêmkirina ava Firatê, li herêmê gelek gol û bendav ji xizmetê derketin e. Ev yek bandor li ser çandinî û dayîna Kehrebê kiriye.
Dewleta tirk bi qutkirina avê ve dixwaze gel bide koçberkirin, heremê vala bike”
Derwîş li hember vê sûcê Tirkiyê hêzên navdewletî jî rexnekir û got:
” Dewleta Tirk a dagirker li gor qanûn û peymana tevnagere avê li dijî Sûrî û Iraqê li gor xwe bikar tîne. Ji ber bêdengiya navdewletî dewleta tirk vê sûcê didomîne.”