Yekîtiya Ewropayê peymana Erdogan û El-sirac nîqaş dike

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê diyarkir ku dê YE’yê îro der barê çawaniya bersivdayîna peymana di navbera Tirkiye û hikumeta El-Sîrac de nîqaş bikin.

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê yê nû Joseph Burrell têkildarê mijarê diyarkir ku ew wek YE dê li ser rêkeftina Erdogan û hikûmeta El-Sîrac nîqaş bikin.

Ev peyamana deryaya Spî şerê di navbera Tirkiye, Yewnanistan, Qibris û Misrê yên ji bo xaz û petrolê kûr tir kir.

Wezîrê karên derve yê Awusturyayê Aleksander Schallenberg got: “Tiştekî balkêş e, divê em zanibin çawa Deryaya Spî di navbera xwe de parçe kirin e.”

Wezîrê karên derve yê Hollandayê jî wiha got: “Her tim Hollanda piştgiriya biryarên qanûnî yên navdewletî dike, em li kêleka Yewnanistanê ne. Divê piştgiriya qanûna navdewletî were kirin.”

Meclîsa Perlamenteran a Lîbyayê îmzekirina serokê hikumeta Trablusê El-Sîrac ya peymana bi Tirkiyê re, şermezar kir û wek “îxaneteke mezin” bi nav kir.

Yewnanistanê li dijî lihevkirinê bertek nîşan da û balyozê Lîbyayê ji welatê xwe qewitand.

Leave a Reply

Back to top button