Li dijî mala Mustefa El Kazimî bi 3 dronan êriş pêk hat

Şevê din li paytexta Iraqê Bexdayê, mala serokwezîr Mustefa El Kazimî bû armanca êrişa 3 dronan.
Wezareta karê hundir ragihand wan 2 dron bêbandor kirine.
Piştî êrişê bi demekê Kazimî daxuyaniyek da û got, wê êrişên wiha li hemberî biryara wî nebin asteng.
Serok-komarê Iraqê Berhem Salih jî êriş weke hewldana darbeya li dijî destûra welat binav kir.
Ji qada navneteweyî gelek derdoran nerazîbûn nîşanî êrişê dan.

Şevê din li herêma Kesk a paytexta Iraqê Bexdayê mala serokwezîr Mustefa El Kazimî bû armanca êrişa 3 balafirên bê mirov.

Rêveberiya Ewlekariyê li Iraqê eşkere kir ku di êrişê de tiştek bi serokwezîrê nehatiye.

Û tenê 6 parêzvanên wî birîndar bûne.

Heta niha nayê zanîn bi êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Piştî bûyerê bi demeke kurt, Kazimî li ser hesabê xwe ê tevna civakî ev peyam parve kir:

Rewşa min başe, divê herkes baldar be.

Mîna destpêkê, niha jî ez canfedayê Iraq û gelê xwe me. Moşek û hewldanên bêbext wê vîna me têk nebin.

Serokê Iraqê Berhem Salih: Em ê rê nedin darbeyên li dijî destûra welat

Serok-komarê Iraqê Berhem Salih jî bi van gotinan nerazîbûn nîşanî êrişê da:

Êrişa terorîstî ya li dijî serokwezîrê, di heman demê de destdirêjiyeke kirêt e li li gelê Iraqê hatiye kirin.

Ji bo aramî û ewlehiyê, pêwîst bi hevgirtina gel heye.

Em ê rê nedin ku li hemberî welat û destûra me a bingehîn ti darbe pêk werin.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê êriş weke hewldana terorê ya li dijî dewleta Iraqê binav kir.

Li Iraqê piştî hilbijartinên 10’ê Cotmehê, Koalîsyona Fetîh û alîgikrên Haşdî Şabî li ber encamê rabûn.

Bi pêşengiya van hêzan ji 5’ê Mijdarê ve li Herêma Kesk xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin.

Ji ber destwerdana polîsan kesek hate kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li hemberî vê yekê Lîderê koma binavê Asayib Ehlî Haq Qeys El Xezelî gef li Kazimî xwaribûn..

Hîzbullaha Iraqê: Ne hêjaye ku em balafireke xwe bikin qurban

Li aliyê din Tugayên Hîzbulla Iraqê jî bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi êrişê re tine ye.

Berpirsê leşkerî ya Hîzbullahê Ebû Alî El Askerî bi van gotinan bersiv da îdîayên tawanbariyê:

Serokwezîrekî berê ne hêjaye ku em balafireke xwe ji bo wî feda bikin.

Sekreterê Meclisa Ewlekariya Bilind a Îranê Elî Şemxanî jî êrişa li dijî Kazimî weke fitneyeke nû binav kir û îşaret bi destê hêzên derve kir.

Back to top button