46 malbatên din ji Kampa Holê hatin derxistin

Vegerandina koçberên Sûrî yên kampa Holê li cih û warên wan dewam dike.
Rêveberiya Kampa Holê beşeke din ji koçberên li kampê derxistin.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya malbatên Sûrî ku dixwazin ji kampa Holê derkevin de koçberan dişîne cih û warên wan.

Îro Rêveberiya Kampa Holê beşeke din ji malbatên ku ji ber sedema şer koçberî kampa Holê bûn derxistin û wan vegerandin bajarê wan.

Hate destnîşankirin ku malbat piştî destûrnameyên ewlehiyê ji kampê hatin derxistin.

Hate diyarkirin ku ew malbatên ji kampê hatine derxistin ji herêma Dêra Zorê ne.

Hejmara koçberên ku hatin derxistin ji 46 malbat ango 189 kesan pêk dihat.

Back to top button