Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku 2 kesên bi dewleta tirkiyê xapiyabûn û di êrîşên wê yên dagirkeriya li ser Efîrn, Serê Kanî û Griê Spî de cih girtibûn xwe radestî wan kirine.
Navenda Ragihandina QSD’ê li ser xwe radestkirina 2 kesên ji çeteyên dewleta tirk cuda bûne û hatine gel wan daxuyaniyek nivîskî weşand.
QSD’ê diyar kir ku kesên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatibûn xapandin, piştî rastiya wan dibînin ji wan cuda dibin.
QSD’ê anî ziman ku çeteyên ku li gel dewleta tirkiyê dimînin, tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ti nirxê mirovahî û exlaqê wan nemaye.
Ji ber vê yekê kesên binavê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed De’ibul di demên cuda de, ji Serê Kaniyê reviyane û xwe radestî hêzên QSD’ê kirin.
QSD’ê li ser paşxaneya van kesan jî ev agahî da.
Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Dirbesiyê ye û tevlî dagirkirina Serê Kaniyê bû.
Mihemed Xêr Mihemed De’ibul ji Helebê ye û tevlî dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê bû.
Navenda Ragihandina QSD’ê dazanîn ku van kesan di nava komên çeteyan yên wekî Liwa El Tewhîd, El-Cebhe El-Şamiye, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtiye.