Zelal Ceger: Peyama dewleta Tirk têkbirina serkeftina li Kobanê ye

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger diyar kir ku AKP’ê gelê Kurd tesfiye dike, operasyona “Kobanê” tolhildana 7’ê Hezîranê û bi armanca vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye û dewleta Tirk hewl dide planên xwe yên li Rojava têk çûne, li Bakurê Kurdistanê pêk bîne.

​​​​Faşîzma AKP’ê bi êrîşa li ser rêveber û endamên HDP’ê, dixwaze tola têkçûna çeteyên xwe DAIŞ’ê rake.

Di vê çarçoveyê de, 25’ê Îlonê 82 endam û rêveberên HDP’ê yên niha û berê binçav kirin.

Têkildarî mijarê, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî û daxuyand ku ev operasyon bi armanca vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Zelal Ceger da zanîn ku dewleta Tirk bi destpêkirina pêngavekê bi navê “Pêngava Kobanê” li dijî siyasetmedaran, dixwaze peyamekê bide ku ew ê bi van operasyonan serkeftina Kobanê têk bibe.

Ji bo vê jî, Zelal teqez kir ku divê gelê Kurd têkoşînê bilind bike û piştevaniyê bide pêngavên ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd.

 

Zelal Ceger: Kolandina xendeqan li ser sînor ji aliyê PDK’ê ve fikaran çêdike

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger her wiha bal kişand li ser kirinên PDK’ê yên kolandina xendeqan li ser xeta sînor jî û got:

Back to top button