Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Abdullatîf Reşîd pîroz kir.
KCK’ê hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê weke gaveke erênî nirxand û got:
“Tevî ku salek li ser hilbijartinê re derbas bû her çendî serokkomarî bi derengî ji aliyê parlementoyê ve hatibe hilbijartin jî, em vê yekê girîng û baş dibînin.
Em Tevgera Azadiya Kurd ji ber hilbijartina rêzdar Dr. Abdullatîf Reşîd a ji bo erka Serokkomariyê ji dil û can pîroz dikin û di karê wî de serketinê dixwazin.
Û didin nîşandan piştevaniya we jî dikin.”
KCK’ê hêvî kir ku Letîf Reşîd li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest be û ev daxwaz kir:
“Bendewariya me û gelê me di serî de ji Serokkomarê Iraqê û dîsa rêveberên Iraqê li dijî Siyaseta Osmaniya Nû ya dewleta Tirk a dagirker û qirker bibe xwedî helwest û li ber rabe.
Pirsgirêkên gelê Kurd û yê Iraqê bi rêyên demokratîk çareser bike.”