“Divê Dr. Letîf Reşîd peymana 9’ê Cotmehê betal bike”

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Serokkomrê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd pîroz kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî Serokkomarê nû yê Iraqê pîroz kir û got:

Em bi hêvîne ku ev hilbijartin bibe wesîleya pêngavek nû li Iraqê û dawî li pirsgirêkên siyasî bê.

Em weke gelên li Şengalê di dîroka Iraqê de hertim ji mafê xwe yê rewa bê par hatine hiştin û dewletê tu girîngî nedaye civaka me.

Di salên dawî de di bin navê Hikumeta Iraqê de hemû plan li ser me hatine meşandin û hewldane hemû destkeftiyên gelê me ên ji dema fermana 3’yê Tebaxê ve ji holê werin rakirin.

Ji van planan ya herî berçav û xeter ku gelê me heya niha li hember di nava têkoşînê deye, Peymana 9’ê Cotmeha 2020’ane.

Em ji serokkomar Letîf Reşîd daxwaz dikîn ku hilweşandina vê peymanê di nava projeya wî ya yekemîn de be.

Herwiha bi hemû hêza ji bo vegera xelkê me ê koçber kar bike.

Di çarçoveya Iraqa federal de, li gor destûra bingehîn, ji bo parêzgehbûna Şengalê kar bê kirin û Şengal weke parêzgehek ne navendî bê naskirin.”

Back to top button